Li Gaziantepê tesîra berfê ya li ser fistiqan

Cotkar dibêjin bi barîna berf û baranê talûkeya hişkesaliyê kêm bû

Li Gaziantepê tesîra berfê ya li ser fistiqan

Li Gaziantepê gelek cotkar bi fistiqan debara xwe dikin. Îsal ji ber ku baran û berf zêdetir nehat talûkeya hişkesaliyê çêbû. Bi barîna berfê talûkeya hişkesaliyê hinekî kêm bû. Cotkar bi vê yekê kêfxweş in.

Îsal li seranserê welêt baran û berf zêdetir nehat, ji ber vê yekê talûkeya hişkesaliyê çêbû.

Li Gaziantepê jî piraniya cotkaran fistiqan digîhînin û bi fistiqan debara xwe dikin.

Bi hatina berfê cotkarên Gaziantepê jî pir kêfxweş in û ew dibêjin talûkeya hişkesaliyê hinekî kêm bûye.

Cotkar li bendê ne ku berf dewam bike û ev talûke bi temamî ji holê rabe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE