Li Geliyê Munzurê dîmenên pezkûviyan hatin kişandin

Li Tunceliyê pezkûviyên di bin parastinê da, li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê di nava xwezayê da xuyan kirin

Li Geliyê Munzurê dîmenên pezkûviyan hatin kişandin

Li Tunceliyê pezkûviyên di bin parastinê da, li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê di nava xwezayê da xuyan kirin.

Sir û serma û herwiha barîna berfê ku li ser asta bajêr binavber tesîra xwe nîşan dide, ji bo ajalên kûvî jî dibe sedema zehmetiyan.

Pezkûviyên li Geliyê Munzurê ku sitûriya berfê cih cihan digihîje 2 metreyan, ji bo ku xwarinê peyda bikin ji serê zinar û latên asê, berjêrî xwarê û ciyên nizim dibin.

Dîmenên pezkûviyên ku li qada Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê li serê girên ku raqima wan 2 hezar e, li pey bîterkirina xwarinê ne, hatin kişandin.

Helin Reyhan Bulutê ku pezkûviyên ku di bin parastinê da ne û nêçîra wan qedexe ye dît, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo nirxandina dawiya hefteyê, ew hatin Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê û wiha dewam kir, "Hindik maye bihar qul bibe, berf bihele. Xweza zehf xweş e. Em dema digeriyan, me pezkûvî dîtin û lewma jî me wesayîta xwe rawestand û me li pezkûviyan temaşe kir."

Bulutê bal kişand ku divê mirov qîmeta bedewiya parqa neteweyî bizanibe û herwiha yên ku nehatine û nedîtine jî vexwend Geliyê Munzurê.

Nazim Arslan jî bal kişand ku parqa neteweyî hem ji bo Tunceliyê û hem jî ji bo Tirkiyeyê nirxek e û herwiha parq, çar demsal jî xweş û sipehî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE