Li Sivereka Şanliurfayê cihekî bêhempa heye. Ew der jî geliyê Takoran e. Gelî, ji ber şewba koronavîrûsê hatibû girtin. Bi zinarên bilind û erdnigariya xwe ya xweş û balkêş, li benda mêvanên xwe ye.
li Siverekê Geliyê Takoranê ji bo bêhnvedanê cihekî bêhempa ye.
Xwediyê xwezayeke gelek xweşik e, li derdorê aveke şîn û paqij heye.
Geliyê Takoranê ji ber şewbê hatibû girtin lê bi gavên asayîbûnê dîsa hat vekirin.
Kesên ku bixwazin bêhna xwe vedin û betlaneyeke xweş bikin hewce nake biçin deverên dûr.
Lewra li Geliyê Takoranê sezona havînê dest pê kiriye.