Li Gercüşa Batmanê komkirina behîvan li ber qedandinê ye. Îsal ji bo ku hilberîneke zêde heye, cotkarên herêmê ji rewşê gelek memnûn in.
Li Gercüşa Batmanê komkirina behîvan li ber qedandinê ye
Cotkarên ku par ji ber sir û seqemê zirareke mezin dîtin, îsal rekolteyeke zêde radikin.
Muhendîsê Midûriya Çandinî û Daristanan Mesût Tanı dibêje: “Îsal her tişt bi dilê cotkarên me ye.”
Cotkar jî dibêjin: “Par me zirar kir. Lê îsal hilberîneke baş heye.