Li gundê Kelehê yê Gercüşa Batmanê wextê mehserê hat. Welatî ji bo zivistanê ji xwe re ji şîreya tirî dims, cild, bastîq û beniyan çêdikin. Gundî dibêjin ji bo şîreyê tiriyê herî baş mezrone ye.
Ji rezê xwe tirî diçinin, tînin malê û di mehserê de digivêşin,
Paşê şireya tirî di sîtilan de dikelînin û dikin dims, cild, bastîq û benî.
Ev dîmen ji gundê Kelehê yê Gercüşa Batmanê ne.
Welatî her sal di vî wextî de tiriyê xwe yê ji bo şîreyê diçinin.
Dibêjin ku tiriyê reş û sincêrî ji bo dimsê baş e. Lê ji wan baştir jî tiriyê Mezrone ye.
Di dema çêkirina berhemên tirî de tu tiştên ne xwezayî nayên bikaranîn.
Kelehî bi ked û xebata xwe ya di vî wextî de ji bo zivistanê amadehiyê dikin.