Li Gevera Colemêrgê wextê çandina genim e. Cotkarên gundê elverê sibêzû radibin û heta tariya şevê li ser erd û zeviyên xwe ne.
Li çiyayan hêj berf heye, li deştê cotkar zeviyên xwe diajon.
Piştî zivistaneke dirêj li Geverê wext wexta çandina genim e.
Xelkê gundê Elverê yê Geverê bi şeveqê re radibin, xwe kar dikin û diçin ser zeviyên xwe.
Digel zor û zehmetiyan jî ew li ser karên xwe ne.
Cotkarên Geverî li benda saleke bibereket in.