Li Gobeklitepeyê balona bi hewaya germ difire ya ewil a sezonê hat firandin

"Meriv tên Gobeklîtepeyê bibînin, lê bajarê me jî ji esman xweş xuya dike. Piştî Eyda Qurbanê înşallah firînên ticarî jî wê dest pê bikin û Şanliurfa wê bibe navenda turîzmê."

Li Gobeklitepeyê balona bi hewaya germ difire ya ewil a sezonê hat firandin

Li Gobeklîtepeya ku wekî "ciyê destpêka dîrokê" tê tewsîfkirin û di Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye balona bi hewaya germ difire ya ewil a sezonê hat firandin.

Bi serkêşiya Walîtî û Şaredariya Mezin a Şanliurfayê û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr par cara ewil balonên bi hewaya germ difirin hatibûn firandin. 

Piştî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) navber hatibû dayîn ku firandina balonan li nêzîkî Gobeklîtepeyê dîsa dest pê kir.

Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul, Parlamentera Şanliurfayê ya AK Partiyê Zemzem Gulender Açanal, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Aydin Aslan, Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Kuş û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Abdurrahman Kirikçi beşdarî çalakiyê bûn.

Sê balon bi heman demê da rabûn hewayê, yên di balonê da bûn ji esman Gobeklitepeyê, Deşta Heranê û navenda Şanliurfayê temaşe kirin.

- "Şanliurfa wê bibe navenda turîzmê"

Şaredar Zeynel Abîdîn Beyazgul ji rojnamevanan ra daxuyand ew kêfxweş in ku vê çalakiyê dîsa dest pê kir û wiha axivî: "Meriv tên Gobeklîtepeyê bibînin, lê bajarê me jî ji esman xweş xuya dike. Piştî Eyda Qurbanê înşallah firînên ticarî jî wê dest pê bikin û Şanliurfa wê bibe navenda turîzmê."

Beyazgul got rezervasyonên otelan zêde ye û kesên bixwazin Gobeklîtepeyê bibînin, cihên ku pêxember lê jiyane ziyaret bikin, xwarinên vê derê bixwin û muzîkê guhdar bikin bila bên Şanliurfayê.

Parlamentera Şanliurfayê ya AK Partiyê Zemzem Gulender Açanal jî anî ziman Şanliurfa ji bilî çandiniyê bajarê turîzmê ye jî, piştî Gobeklîtepeyê Girê Karahanê jî wê ji bo turîzmê bê vekirin û însanan vexwend bajêr ku ew bên van deran bibînin.

Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Kuş jî got her derê bajêr dîrokî ye û ew bi salane van deran bi meş dibînin, lê êdî wê ji esman jî bê temaşekirin.

Pîlot Bîlge Ezelê jî got ew li Kapadokyayê balona difirînin û ew dixwazin heman kelecanê li Gobeklîtepeyê jî bijîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE