Li Gola Çildirê ya qismeke wê cemidî qerebalixiya turîstan

Qalindahiya bûza li ser rûyê golê hinekî zêde bû û ziyaretvanên hatin herêmê li ser golê geriyan û bi kêfxweşî dema xwe derbas kirin. Turîstên li ser bûzê geriyan li qadê govend girtin û şa bûn.

Li Gola Çildirê ya qismeke wê cemidî qerebalixiya turîstan

Qismekî rûyê Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da cî digire hê necemidiye ligel vê gelek ziyaretvan tên vê derê.

Qismekî Gola 123 kîlomêtroqereyî bi sermayê va cemidî.

Qalindahiya bûza li ser rûyê golê hinekî zêde bû û ziyaretvanên hatin herêmê li ser golê geriyan û bi kêfxweşî dema xwe derbas kirin. Turîstên li ser bûzê geriyan li qadê govend girtin û şa bûn.

Ji ber ku qalindahiya qeşaya li rûyê golê hê zêde nebûye xizangên hespan dernakevin ser golê, ziyaretvan jî bi xizangan li dora golê digerin.

- Li ser qeşayê bi kêfxweşî dema xwe derbas dikin

Çîgdem Dugera rêbera turîstan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qîsmekî rûyê Gola Çildirê cemidî û li ser digerin.

Dugerê wiha xeberda: "Em bi turîstan ra li ser golê dema xwe bi kêfxweşî derbas dikin. Ji 15ê rêbendanê pê va Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk dest bi seferan dike, em ê kesên pê werin li ser golê têxin mêvan. Turîst eleqeyê nîşanî gola cemidî didin. Em jî wan li vê derê digerînin. Xizangan siwar dikin, li hespan siwar dikin. Li vê derê li motora berfê û bîskîletî jî siwar dibin. Kesên bi masîgirtinê debara xwe dikin jî li gor usila Eskîmoyan girtina masiyan hînî turîstan dikin."

Fîlîz Narîna ji Qonyayê hat golê jî got li ber Aniyê û Gola Çildirê şaş û metel ma.

Narînê got meşa li ser cemeda rûyê golê merivan kelecanî dike wiha axivî: "2-3 sal e xeyala min ew bû ku bihatima vê derê. Ez wênekêşiya amatorî dikim, bi qîza xwe ra hatim vê derê. Dema cara ewil derketim ser golê gelekî tirsiyam lêbelê paşê hîn bûm. Niha tirs nema. Teqez werin. Her aliyê Tirkiyeyê cinet e û Qers gelekî xweş e. Em çûn Wargeha Aniyê dîrok lê tê dîtin."

Adem Bayramogluyê ji Trabzonê hat Gola Çildirê jî got cara ewil e ku derkete ser qeşaya golê û hestek e xweş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE