Li Gola Nemrudê demsala payîzê

Derdora Gola Nemrudê bi rengên payîzê xemilî...

Li Gola Nemrudê demsala payîzê

Payîz e û derdora Gola Nemrudê bi rengên demsalê Xemilî. Şîn, zer û rengê qehweyî çar aliyên gola krater kirin wek kartpostelekê. Geştiyar diçin ser golê û derdora wê, him bîna wan dertê him jî fotografan digrin.

Gola krater a Nemrudê li Tetwana Bilîsê ye. Derdora golê her demsal nûwaze ye.

Nemrûd bi hatina payîzê re jî wekî keskesorê dibe.

“Dema meriv li derdorê dinêre, fena ku keskesor, bûkabaranê ji esman daketiye jêr. Xweza, bi xeml û xêza xwe xemiliye.

Van rojên dawî gelek mêvanan xwemalî û biyanî tên herêmê.

Geştiyarên ku dixwazin bîna wan derkeve berê xwe didin kalderayê.

Gola kraterê di nava çiyayan de wek quncikekî cinetê ye.

“Ev der wek bihuşteke veşartî ye. Divê her kes were û xweşikiya vir bibîne.

Ev xweşikî û delaliya payîzê heta meha Mijdarê dewam dike.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE