Kane Tanakoya li gor Pirtûka Rekoran ya Guinnessê meriva herî pîr a dinyayê bû 118 salî.
Li gor xebera NHKya weşana dewletê Kaneya di Pirtûka Rekoran ya Guinnessê da wekî meriva herî pîr a dinyayê tê nîşandan kete emrekî teze.
Kaneya di 2yê rêbendana 1903yan da hat dinyayê û li navendeke xweyîkirinê ya li Fukuokaya eyaleta Japonyayê dijî bû 118 salî û rojbûna xwe pîroz kir.
Kaneyê di pîrozkirinê da destên xwe rakir hewayê li ba kir û şa bû, diyar kir ku hêviya wê ew e ku hetanî 120 saliya xwe bijî.
Hat ragihandin ku Kane egzersizan dike û xwarina xwe dixwe, ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû jî bi malbata xwe ra jî nayê ba hev.AA