Li Kilîsê ku yek ji giringtirîn navendên berhemanîna îstotên sor e li Tirkiyeyê, li gundê Hasanceliya girêdayî navçeya Musabeyliya ku weke "gundê îsotvan" tê naskirin mesaiya çinîn û miştaxeya îsotan destpê kir.
Îsotên sor ên ku li erdên bi bereket ên gund tên berhevkirin, li ser bênderan tên raxistin û piştî ku li kargehên gund tên çêkirin ji bo çar aliyên Tirkiyeyê û derveyî welêt tên şandin.
Serokê Odeya Endazyarên Çandiniyê ya Kilîsê Guven Ozdemîr ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Ozdemîr anî ziman ku li bajêr li 43 hezar donim îsot tên çandin û îsota ku li 16 hezar û 500 donimî tê çandin dibie îsota hûr.
Ozdemîr destnîşan kir ku Kilîs di warê îsotan de li Tirkiyeyê di rêza 2yem de ye û salane 32 hezar ton îsota hûr berhem tînin û wiha pê de çû:
"Debara gundiyên gundê Hasanceliya ku nifûsa wê derdora 2 hezaran e li ser îsotan e. Li gundê 14 kargehên avabacanan û îsota hûr hene. Em dişînin her aliyên Tirkiyeyê. Em herwihaîxracata îsota hûr bo welatên weke Erebistana Suûdî, Iraq û Almanyayê dikin. Em nêzîka 1000 ton îsota hûr îxrac dikin. Ev ji bo wîlayeta me gelekî giring e."
AA