Li gundekî Yuksekovayê ji ber maran mal hat valakirin
Li gundê Befircana Yuksekovaya Hakkariyê, bi sedan mar derketin. Ji ber ku mar ketin xaniyê welatiyekî malbat mecbûr ma ku dev ji mala xwe berde.
Di nava geviran de û di nava xanî de bi sedan mar hene.
Gundê Berfircanê 20 kîlometre ji Yuksekovayê dûr e.
Li gund îsal ecêbeke mezin çêbû û bi sedan mar derketin.
Mar ketin xaniyekî tenê yê welatiyê bi navê Mehmet Elî.
Malbat mecbûr ma ku mala xwe biterikîne.
malbat bi rê û rêbazên cuda hewl dide ku mar ji malê derkevin.