Lı 10 gundên Tîla Muşê xeta telefonê tune. Gundiyên herêmê ji rayedar û eleqedaran dixwazin ku li nêzî gundên wan stasyona bazê ava bikin ku şebeke li gundê wan jî bikşîne.
Ev der gundê Pîzongayê ye, li gund telefon nekşînin.
Tevî Pîzongayê li 10 gundên herêmê jî xeta telefonê nakşîne..
Gundiyên herêmê heya niha ji rayedaran gelek caran şebekeya telefonan xwestine lê tu kesî guh nedaye wan.
Welatî niha bangî rayedar û eleqadaran dikin ku alîkariya wan bikin.
Dixwazin li derdora gundên wan stasyona bazê were avakirin.