"Dîwana dengbêjan" a ku ji hêla Şaredariya Gurpinara Wanê va hat avakirin dê şevên çarşemban çalakiyan li dar bixe.
Li gor daxuyaniya şaredariyê dengbêjên li navçeyê dê di dîwanê da bên ba hev û kilamên ku bi sedan salan qala evîn û êşan dikin bistrên.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya ewil a dîwana ku bi telîmata Hayrullah Tanişê Şaredarê Gurpinarê hat avakirin, dan.
Taniş di bernameya ku li konê reş a li navçeyê hat lidarxistin da axivî û got piştî ku eleqeya gel a ji bo bernameyê dîtin biryar dan ku bernameyê her şevên çarşemê li dar bixin.
Taniş diyar kir ku dê her çarşem 3 taxan di diwanê da biezimînin û wiha axivî: "Em ê vê bernameyê bikin wekî kevneşopiyekê. Armanca me ew e ku çanda me neyê jibîrkirin. Di serî da dengbêjên me yên ku bi kilamên xwe me dibin rabirdûyê ez spasiya herkesê ku beşdarê bernameyê bûn dikim."