Li Hakkariyê 24 cure kuliyên nû hatin tesbîtkirin

Ji bo ku li bajêr cureyên nû yên nebat û heywanan bên tesbîtkirin bi navê "Projeya Tesbîtkirina Fauneya Orthopterayê ya Hekariyê" xebatek tê meşandin.

Li Hakkariyê 24 cure kuliyên nû hatin tesbîtkirin

 Li Hekariya ku ji hêla nebat, avûhewa û cureyên heywanan va dewlemend e di nav 3 salan da 24 cure kuliyên nû hatin tesbîtkirin û qeydkirin.

Ji bo ku li bajêr cureyên nû yên nebat û heywanan bên tesbîtkirin bi navê "Projeya Tesbîtkirina Fauneya Orthopterayê ya Hekariyê" xebatek tê meşandin.

Hîndekarê Makezanista Biyolojiyê ya Zanîngeha Hekariyê Doç. Dr. Mehmet Saît Taylan bi saya lêkolînên xwe li herêmên bilind ên bajêr di nav 3 salan da 69 cure kulî tesbît kirin.

Li gor lêkolînên Taylan ji van 24 cure ji bo bajêr cureyên nû ne û wî der barê vê mijarê da maqaleyek nivîsî û di Kovara Zootaxayê da, da weşandin.

Taylan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi piştgiriya rektorê zanîngehê Prof. Dr. Omer Pakîş Navenda Lêkolîn û Sepandina Cureyên Biyolojîk hatiye avakirin ku di bin banê wê da xebat tên kirin.

Taylan anî ziman berê heywanên nû hatin tesbîtkirin, xebatên der barê dupişk, karî û nebatan da dewam dikin û wiha pê da çû: "Di demên dawîn da me li ser faunaya Orthopterayê ya Hekariyê xebatek kir. Ev çend cure ne, li ku belav dibin, zirara wan ji qadên çandiniyê ra heye an na me li ser van mijaran lêkolîn kir. Di lêkolînê da me 69 cure tesbît kirin ku ji van 24 heb ji bo Hekariyê nû ne. Me tesbît kir ku di navbera meha gulan û tîrmehê da li bajaroka Dutankayayê û li gundên Bagişli, Uzumcu, Kirikdag û Bayê di zeviyan da zirareke mezin heye. Sedema vê jî cureyên kuliyê yên "zebra", "Satunini" û "Bradyporus latipes" in ku ew cisnên "Uvarovistia"yê ne."

Taylan got ji bo rê li ber zirara wan bê girtin divê ji meha gulanê pê va xebateke ziraî bê kirin û wiha dewam kir: "Xebatên me yên îsal nîşan dan ku li Hekariyê hê jî qadên nehatine vekolîn hene. Ji bilî vê gelek cureyên endemîk hene û divê ew bên parastin. Dîtina cureyên nû têrê nake, divê ew bên parastin û bigihêjin nifşên nû, derdê me ev e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE