Li Hakkariyê ji bo xurtkirina turîzma zivistan û siruştê "Mihrîcana Berfê ya 4em" hat lidarxistin û kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, di çalakiyên cuda da kêf kirin.
Mihrîcan bi piştgiriya Walîtî, Şaredarî, Midûriya Bajêr a Ciwanî û Sporê, Midûriya Bajêr a Çand û Turîzmê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) li Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan hat lidarxistin û ji bajêr û derveyî bajêr bi hezaran welatî beşdar bûn.
Di mihrîcanê da standên curbecur hatin lidarxistin, polês û cendirmeyan di mihrîcanê da kûlikên berfê çêkirin, li ser berfê raftîng hat kirin, bi pereşûta palê firîn hatin kirin û ser berfê voleybol hat lîstin. Walî û Cîgirê Şaredar Îdrîs Akbiyik jî bi werzişvanan ra voleybola berfê leyîst.
Di çalakiyan da werzişvanan li seer berfê gulaş girt û zarok jî şa bûn û ji xwe ra leyîstin. Grûba muzîkê ya Gece Yolculari di festîvalê da konser da.
Kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, xwe şiqitandin. Ji bo rewşên acil Ekîbên Tenduristiyê, UMKE û ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirmeyê (JAK) jî li ser wezîfeyê ne.AA