Azad Bingöl beriya 10 salan bi dirûna destan dest bi karê hiriyê kir. Bingöl karê xwe mezin kir û makîneyên hiriyê stendin. Hosteyê jêhatî niha di atolyeya xwe de di demeke kurt de lihêf û doşekên hirî çêdike û dişîne heya derwelêt.
Beriya deh salan bi keda destan dest bi vî karî kir.
Niha atolyeya wî ya hiriyê heye.
Azad Bingöl li Hakkariyê karê dirûna lihêf û doşekan dike.
Hosteyê hiriyê Azad Binböl dibêje berê ji bo lihêf û doşekekê demeke dirêj hewce bû.
Lê niha bi saya makîneyan û atolyeyê di wextekî gelek kin de em karê xwe diqedînin.
Hosteyê jêhatî lihêf û doşekên hirî ji xeynî bajarên derdorê difroşe Îran û Iraqêjî.