Li Yuksekovaya navçeya Hakkariyê heywandar di rêya vegera malê da di berf û bagerê da man.
Heywandarên di hin heyamên salê da ji bo heywanên xwe biçêrînin diçin herêmên cuda ji ber ku şert û mercên hewaya sar dest pê kirin vedigerin gundên xwe.
Murat Yilanê li mêrga 40 kîlomêtro dûrî navçeyê heywanên xwe diçerand û eqrebeyên wî ji ber barîna berfa giran xwestin ku bira pezê xwe yê ji 300 miyî pêk tê bibin bajaroka Buyukçîftlikê.
Yalin û kesên pê ra di rê da bûn û berf di ser wan da barî û bager rabû, piştî rêwîtiyeke dijwar gihîştin bajarokê.
Yalin daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku dema vedigeriyan gund berfê di ser wan da girt û gelek tengasî kişandin.
Yalin got ji ber berfê nikaribûn bimeşiyana û wiha axivî: "Em mecbûr man me pezê xwe ji rêbejayê ra şiv kir. Piştî rêwîtiya 6 saetan dewam kir em gihîştin malê."
AA