Li Hakkariyê rêncberan heywanên xwe berdan mêrgan

Li bajarê ku piraniya salê zivistan e û sir û serma ye, bi germbûna hewayê ra rêncberan berê xwe da mêrg û mexelan.

Li Hakkariyê rêncberan heywanên xwe berdan mêrgan

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê rêncberan pez û dewarên xwe berdan çêrê.

Li bajarê ku piraniya salê zivistan e û sir û serma ye, bi germbûna hewayê ra rêncberan berê xwe da mêrg û mexelan.

Rêncberên ku bi mehan heywanên xwe di gom û tewleyan da bi alif xwedî kirin, pez û dewarên xwe berdan çêrê.

Ji ber ku rêncber ji mesrefa alif û debarê jî xelas bûn, kêfxweş in.

Rêncberên gundê Ornekê garana dewarên xwe li Dehla Nehîlê çêrand.

Ji rêncberan Ayhan Çelîkhasi diyar kir, ji ber ku demsala zivistanê dijwar derbas bû, wan di xwedîkirina heywanan da tengasî kişand.

Çelîkhasi diyar kir, li herêmê hewa dereng germ dibe û wiha dewam kir, "Vê gavê me heywan berdan çêrê. Li Yuksekovayê 6 meh zivistan e 6 meh havîn e. Heke rêncber havînê amadehiyan nekin, wê zivistanê tengasiyeke mezin bikişînin. Heywanên me 5 mehan di gom û tewleyan da man. Piştî ku çêre hêşîn bû, me heywan berdan derva."

Seyhan Ak jî diyar kir ku wan zivistaneke sar derbas kir û wiha dewam kir, "Bi hêşînbûna çêreyê ra li her derê pez heye. Li mêrg û mexelan bi hezaran pez heye. Em di meha remezanê da hem rojiyê digirin hem jî pezê xwe diçêrînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE