Li Hekariyê teyrekî birîndar, xilaskarê xwe birîndar kir. Melayê gund teyrê birîndar dît û ji bo tedawiyê dibir navenda rehabîlîtasyona heywanan a şaredariya Hekariyê. Dema teyr hat ser xwe pençê xwe di milê melayê gund de derbas kir û ew birîndar kir.
Li Hekariyê Teyrê ku li ser rê birîndar bûbû, dema ji bo tedawiyê dihat birin Navenda Rehabîlîtasyona Heywanan a Şaredariyê êrîşî melayê gund kir.
Ji tirsa pençeyê xwe di milê melayê gund de derbaskir û ew birîndar kir.
Piştî xebateke dûvdirêj, bi saya derziyê teyr ji xwe çû û bi penseyê pençeyê teyr ji milê mela derxistin.
Teyrê ku baskekî wî şikestiye piştî dermankirinê wê dîsa bê berdan xwezayê.