Li Hakkariyê welatî lîstikên bav û kalan hînî nifşên nû dikin

Bozkurt got ku ew ji bo van lîstikên hanê hînî nifşên nû bike hewl dide û wiha domand: "Demên berê da lîstikên me û pêlîstokên me siruştî bûn û me bi kêfa xwe dileyîst. Em van lîstikên ku ji kalên xwe hîn bûne niha hînî zarokên xwe dikin."

Li Hakkariyê welatî lîstikên bav û kalan hînî nifşên nû dikin

Şêniyên Rezana gundê Hakkariyê di demên xwe yên vala da lîstikên ji bav û kalên xwe hîn bûne dîleyîzin.

Kesên li gund bi lîstikên wek "Kêleberan" û "20 Kevirî" dizanin dileyîzin û ji bo ew lîstik neyên jibîrkirin û nifşên nû jî hîn bibin nîşanî ciwanan didin.

Ji şêniyên gund Abdulbakî Bozkurt (43) diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe vir va van lîstikan dileyîze.

Bozkurt got ku ew ji bo van lîstikên hanê hînî nifşên nû bike hewl dide û wiha domand: "Demên berê da lîstikên me û pêlîstokên me siruştî bûn û me bi kêfa xwe dileyîst. Em van lîstikên ku ji kalên xwe hîn bûne niha hînî zarokên xwe dikin."

Nazim Aydin jî got ku kalê wî ev lîstik hînî bavê wî û bavê wî jî hînî wî kirine û wiha domand: "Ev lîstik ji bo çanda me gelekî girîng in. Em jî ji bo ku ev kevneşopî dewam bikin bi gundiyan ra dileyîzin. Ev lîstik gelek xweş in û em jî mîna zarokan şa dibin."

Velat Bozkurt jî qala lîstika Kêleberanê kir û got: "Di vê lîstikê da tîma ji wan kevirên danîne ser hev 3 heban biqelêbîne puan hildide. Her cara kevir tê avêtin cihê lîstikvanan diguhere. Ji bo min ev ji wan lîstikên li ser înternetê tên lîstin xweştir e. Him xweş e û him jî wext derbas dibe. Em van lîstikên kevneşopî hînî nifşên nû dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE