Li Hakkariyê welatiyên ku ji ber sedemên curbecur ji gundên xwe koç kirine, cardin vegeriyan gundê xwe, dest bi çandina zeviyên xwe û heywandariyê kirin.
Welatiyên ku 40 sal berê ji ber sedemên curbecur ji Mezreya Aydinliyê ya gundê Konakê koçî bajêr kiribûn, xwestin vegerin gundê xwe û ji bo pêkanîna şert û mercên çandinî û hilberînê serî li Îdareya Taybet a Bajêr da.
Li ser vê serlêdanê ekîb şandin herêmê û ekîban çendîn rojan rêya gund vekir, kanalên avê vekirin û av birin gund.
Piştî salan gundî vegeriyan ser axa bav û kalên xwe û kêfxweş bûn. Gundiyan li ser eraziyên xwe dest bi çandina fêkî û zerzewadeyan kir.
Ji gundiyan Cîhan Agacanoglu ji nûçegihanan ra got ku ew bi saya piştgiriya Walîtiyê vegeriyan gundê xwe û vê gavê her du eydan bi hev ra derbas dikin.
Agacanoglu diyar kir ku li gundê wan 2 hezar darên gûzê hene û wiha dewam kir:
"Eqrebayên me ji ber şewbê nehatin. Em ji bo çandina erazî û avdanê hatin. 40 sal in em nedihatin vê derê. Hem ava me ya vexwarinê hem ya avdêriyê tunebû. Îdareya Taybet a Bajêr bû alîkar. Rê çêkirin, ava avdêriyê anîn, , ava vexwarinê jî heta nêzî gund anîn. Piçek ma ku bigihêje gund, em ê wê jî temam bikin. Malên me tev hilweşiyane. Dilê me heye em malên nû ji xwe ra çêkin."AA