Li Hakkariyê xebatên rê vekirinê

Li Hakkariyê li deverên bilind vekirina rêyan ku berfê girtine dewam dike

Li Hakkariyê xebatên rê vekirinê

Li navçeya Şemdînliyê li deverên bilind qalindahiya berfê cî bi cî heta 8 mêtreyan dertê û ekîb ji bo vekirina rêyan di meha nîsanê da jî dixebitin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên zozan û baregehan li ser kar in.

Ekîbên Şeftiya Şantiyeyê ya Şemdînliyê li Herêma Baregeha Girê Gedîkê yê gundê Tekelliyê ku berf cî bi cî heta 8 mêtreyan dertê, seba vekirina rê dixebitin.

Li herêmê 10 roj in ekîb dixebitin û ji ber berfa ku xizikî bûye û ser hev da ketiye giran pêş dikevin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE