Li Hakkariyê xwarina havînê pincar e

Li Hakkariyê di her xwarinê de gihayên bişîfa hene

Li Hakkariyê xwarina havînê pincar e

Li Hakkariyê ji bo gihayên ku di nav xwarinan de tên bikaranîn tev pincar tê gotin. Pincar bi taybetî di vê heyamê de şîn dibin û welatî dixin nav hemû xwarinên xwe.

Gihayên curbicur ji bo gelek derdan derman in.

Bi taybetî havînê li her derê herêma Hekkariyê şîn dibin.

Pinacarên bi navê mendê, stêrk, alo, luşe, kereng û yên din li Hakkariyê ji bo gelek xwarinan tên bikaranîn.

Li çarşî û bazaran tên firotin û gel eleqeyeke zêde nîşan dide.

Pincar di nav xwarin û gelek qatixan de tên bikaranîn.

Bi taybetî keledoş û penîrê sîrik bi pincarên çiyê tên çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE