Li Hekariyê meha Remezanê

Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da li bajêr hizûr û ewlehî hat pêkanîn, li kûçe û kolanan dîmenên rengîn tên dîtin.

Li Hekariyê meha Remezanê

Li Hekariya ku li Tirkiyeyê herî zû lê mele azan dide û fitara xwe vedikin welatî ji ber ku meha Remezan bi hizûr derbas dikin kêfxweş in.

Di encama operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê da li bajêr hizûr û ewlehî hat pêkanîn, li kûçe û kolanan dîmenên rengîn tên dîtin.

Welatiyên piştî fitarê derdikevin kûçe û kolanan hetanî paşîvê li park û baxçeyan dema xwe derbas dikin, zarok li parkan têra dilê xwe dilîzin.

Murat Taşê welatî diyar kir li Hekariyê gel li gor çanda xwe meha Remezanê derbas dike.

Taş wiha pê da çû: "Li vê derê ji her cureyî meriv hene. Welatiyên ji derva hatine, polês, esker, mamoste û gel bi hev ra dijîn. Ev ji bo Hekariyê mînakeke baş e. Meha Remezanê merivan nêzî hev dike. Înşaellah hizûr û ewlehiya me ewê daîm be."

Medenî Turan diyar kir ku li bajêr şevên Remezanê xweş derbas dibin, welatî hetanî nîvê şevê li kuçe û kolanan dema xwe derbas dikin.

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 16:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE