Mehmet Ateşê Geverî û Possemaya Fransî beriya 3 salan, hev du nas kirin. Mehmet û Possemayê qerara xwe dan ku bizewicin. Zava û bûk hatin Geverê û daweta xwe lİ gorî adetên kurdan kirin. Bavê bûkê jî şal û şepik li xwe kir û govend gerand.
Possema ji bo betlaneyê hatibû Stenbolê û Mehmet Ataş jî ji Gevera Colemergê hatibû, li Stenbolê xwendina xwe dikir.
Possemaya Fransî û Mihemedê Kurd li vir hev û du nas kirin û piştî 3 salan soza zewacê dan hev.
Daweta wan li Geverê li gorî adetên kurdan bi şahiyeke mezin hat çêkirin.
Dê û bavê Possemeyê jî ji Fransayê hatin, cil û bergên kurdan li xwe kirin û govend gerandin.
Bûka Geveriyan jî ji ber adet û eleqayê gelek kêfxweş bû û got ''Zimanê me, dîn û çanda me cuda be jî fikr û tiştên ku em qîmetê didinê heman in. Hezkirin ji her tiştî biqewettir e. Ez gelek şad û bextewar im.''
Malbat û xizmên zava û bûkê jî bi kêfa wan gelek şa bûn.
AA