Li Hemû heywanên taxê xwedî derdikeve

Tevfik Yalçinê 78 salî xwedî li heywanên bêxwedî derdikeve....

Li Hemû heywanên taxê xwedî derdikeve

Tevfik Yalçinê 78 salî ev 18 sal in her roj ji heywanan re êm top dike. Li frinan û qesaban digere hêstî û nan û şîr dibe ji heywanên çolê re.

Çi baran, çi berf, çi jî tav…

Her roj serê sibê radibe heta êvarê li taxê digere.

ji esnafan nan, hestî û xwarinên mayî berhev dike û li heywanên bêxwedî belav dike. Carna jî bi pereyê xwe dikire.

Tevfîk Yalçinê 78 salî, piştî ku teqawid bû ev 18 sal in xwedî li heywanên taxê derdikeve.

Gelê taxê jî xwarinên xwe yên kevn navêjin û didin kalê Tevfîk da ku ew jî bide heywanan.

Çavên heywanên derdorê jî her tim li wî ne.

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE