Li bajarên mezin hatûçûn hat qedexekirin û li yên din jî kontrolên berfireh tên kirin. Li gelek deveran xebatên dezenfeksiyonê jî berdewam in.
Li dijî vîrûsa koronayê seferberiya gel û dewletê berdewam e.
ARDAHAN
Li Ardahanê her wesaîta ku têkeve bajêr û jê derkeve, tê kontrolkirin.
Kel û agirê laşê ajokar û rêwiyan tên kontrolkirin.
Û sedema gera wan tê pirsîn.
Tenê kesên ku li gorî qaîdeyê ne, dikarin derbas bibin.
VAN
Li Ercişa Vanê defenfeksiyoneke berfireh tê kirin.
Tevî dadxaneyan, girtîgeh jî hatin dermankirin.
DERİK
Li Dêrika Çiyayê Mazî, her kesên ku bixwaze têkeve nexweşaneyan, pêşî li ber deriyan tê kontrolkirin.
Li dermanxane û kargehên din jî bi dûrahî û mesafeya sosyal xizmet tê dayîn.
MUŞ
Li Mûşê jî, li ser peyariyan, ji bo mesafeya civakî polîsan bariyer bi cih kirin.
Ji her şaxeke beriyerê, tenê kesek dikare bimeşe.
Bi saya vê yeke, her kesek ne rast û çep, tenê ber bi pêş ve dimeşe.