li herêmê beriya cejna qurbanê liv û tevger heye. koçeran heywanên xwe ji zozanan anîn û berê xwe dan bajarên mezin.
Ji Cejna Qurbanê re hindik ma. Li aliyekî li sûk û bazaran amadehî tên kirin, li aliyê din ji bo serjêkirina qurbanan amadehî dewam dike.
Li Bêşebaba Şirnexê jî heywandaran heywanên xwe ji zozanan anîn û li wesaîtan siwar kirin.
Heywandar biharê pezê xwe dibin zozanan û heta cejnê xwedî dikin. Beriya Cejna Qurbanê jî ji zozanan tînin û dişînin bajarên mezin.
Heywandarên Bêşebabî bi taybetî heywanên xwe dişînin bajarên Entab, Edene û Mersînê.