Li Muşê li eraziyeke 160 donimî 18 cure garis ji bo ceribandinê hat çandin. Ji van cureyan kîjan cure baş çêbe, cotkar wê bi giştî wî cureyî biçînin.
Li Muşê cara ewil garisê 'popkorn' tê çandin.
Ger ev cureyê garis baş çêbe cotkar wê bêtir vî cureyî biçinin.
Li Muşê li ser eraziyekê 160 donimî bi temamî 18 cure misir hat çandin.
Ev cure bi taybetî ji bo ceribandinê hatin çandin û kîjan cure baş çêbe cotkar wê zêdeyî wî cureyî biçinin.
Cotkar texmîn dikin ku ji her donimî 6 ton garis çêbe.