Berê xwe dane rojê û erd wekî zêrê zer dike…
Li Kopa Mûşê li ser nêzî 6 hezar donim erdî gulberoj hatine danîn.
Di meha îlonê de wê bên rakirin û yên ji bo dendik û rûn in wê bên cudakirin.
Li gorî texmînan wê ji erd nêzî 300 ton mehsûl bê girtin.
Bi danîna gulberojan çandiniya herêmê jî bi pêş ve diçe.
Pirsgirêka wan a herî mezin jî beraz in. Lewra erdê wan talan dikin û zirar didin gulberojan.