Li herêmê cihên bilind berf barî

Li Muşê riyên 32 gundan hatin girtin

Li herêmê cihên bilind berf barî

Berfê li bilindcihên herêmê kir. li mûşê, riyên hin gundan ji ber berfê hatin girtin. çiyayê nemrûdê yê li semsûrê û qezayên bîngolê jî bi berfê xemilîn.

Ber bi demsala zivistanê ve berfa ewil li cihên bilind ên herêmê barî.

Li Mûşê riyên 32 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Gundiyên ku di rê de man, piştî xebatên paqijiyê bi riya xwe de çûn.

Li hin devaran jî welatiyan bi berfê kêf kir.

Tûrîstên ku ji bo gerê hilkişiyabûn Çiyayê Nemrûdê, bi manzereya berfê kêfxweş bûn.

Li Kanîreş û Çêrmeya Bingolê jî nîvê şevê berfê dest pê kir.

Erdê 10 santîm berf girt.

Bi berfê herî zêde jî zarok kêfxweş bûn. Wan hema dest bi lîstikê kir.

Walîtiya Bîngolê ragihand ku li ser riyên bajêr tu pirsgirêk tune ye.

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE