Li herêmê cotkaran dest bi kar kir

Zivistana îsal nerm bû, cotkaran mehekê zû dest bi şixulê xwe kir...

Li herêmê cotkaran dest bi kar kir

Li herêmê zivistana tund derbas bû, hewa nerm e. Bi vê yekê re kar û xebata cotkaran jî dest pê kir. Li Malatyayê xwediyên bexçeyên mişmişan niha darên xwe derman dikin. Li Serhedê jî xebata li zeviyan dest pê kir.

Çileya zivistanê derbas bû, pêşiya me bihar e. Li seranserê herêmê li gorî demsalên berê hewa nerm e.

Ji ber ku zivistana îsal qut bû, li baxçe û zeviyan xebat jî zû dest pê kir.

Li Malatyayê germahî li ser 9 pileyan de ye. Carna baran dibare û hewa wekî biharê ye. Bi saya hewayên xweş, kar û barê li baxçeyên mişmişan mehek zû dest pê kir.

Cotkarên Malatyayê niha darên xwe derman dikin. Dixwazin piştî fêkî çêbûn kurm nekevîn wan û serma li daran nede.

Li herêma Serhedê jî îsal zivistan nerm derbas bû. Li deşta Muşê berf heliya.

Cotkarên Muşî niha li ser zeviyên xwe, haziriya çandiniyê dikin.Cotkar ji bihara zû memnun in û dibêjin wê îsal bereket hebe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE