Li herêma Mûşê dema dirûna gihayan e. Kar û barê tirpankêşan dest pê kir. Tirpankêş ji berê sibê heya êvarê giha didirûn.
Li mêrg û zozanên Mûşê giha şîn bû. Êdî dema dirûnê ye.
Li gundê Laçikanê yê bi ser navendê jî dirûna giha dest bi kir.
Gundî şeveqê radijin tirpanên xwe û heya êvarê giha didirûn.
Giha ji bo heywandarên li herêmê gelek girîng e ji bona vê çiqas giha bidirûn ji bo wan ewqas baş e.