Li Herêmê eleqeya ji bo cil û bergên edetî

Cil û bergên berê xisûsî di dewet, şeva hineyê û şevên nîşanî û xelatê da dihatin lixwekirin û bi halên xwe yên rengîn û neqişandî eleqeyeke mezin dibînin.

Li Herêmê eleqeya ji bo cil û bergên edetî

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê cil û bergên ku jinan berê di nav malê da li xwe dikirin niha bi halên xwe yên rengîn û neqişandî di dewetan da tên lixwekirin û eleqeyeke mezin dibînin.

Cil û bergên berê xisûsî di dewet, şeva hineyê û şevên nîşanî û xelatê da dihatin lixwekirin û bi halên xwe yên rengîn û neqişandî eleqeyeke mezin dibînin.

Ev cil û bergên edetî bi sedan salan e li Sirûca navçeya Urfayê tên lixwekirin û xelk jê ra dibêje "kiras qeftan" û di dewetên êl û eşîran da roja îroyîn eleqeyeke mezin dibînin.

Îsmet Sîdalê cil û bergên edetî difiroşe daxuyanî da û diyar kir bi hatina dema dewetan ra firotina kiras qeftanan zêde bûye bûye û got em nagihêjin ku siparişên xelkê peyda bikin.

Sîdal destnîşan kir qederê 23 sal e cil û bergên jinan yên edetî difiroşe û got ku caw û qumaşên xwe ji dewletên mîna Hindistan, Pakistan û Dubaiyê tînin.

Îsmet Sîdal diyar kir kiras qeftan êdî di nav malê da û di jiyana rojane da zêde nayên lixwekirin û wiha got: "Lê di dewet û şevên hineyê da zehf tên lixwekirin. Ji ser medyaya civakî ji çar aliyên Tirkiyeyê mişteriyên me hene. Li wêneyan mêze dikin, diecibînin û ji me dixwazin. Li Bursayê xanimek heye difiroşe, me jê ra qumaş şand."

Sîdal destnîşan kir bihayên cil û bergên edetî li gorî her kesî hene û got ku bihayên wan di navbera 100 û 800 lireyî da ne û wiha axivî: "Jin tên caw û qumaşên xwe diecibînin û gorî beden û modêla dixwazin em didirûn."

Îsmet Sîdal diyar kir ji xeynî xelkê herêmê kesên wek mêvan tên jî ji cil û bergên edetî dixwazin û wiha axivî: "Ji me dixwazin û me jî ji wan ra dişînin. Ji Almanyayê jî ji me dixwazin. Wexta havînê ji bona betlaneyê tên welêt ji me dixwazin. Heta ji cînarên xwe yên ji vir nînin ra jî dibin. Xelkê Sirûc û Urfayê eleqeyê didin lixwekirina xwe. Gorî modêlan bihayên wan diguherin. Di demên dawîn da terza 'şemameyê' derdikeve pêş."

"Em ji cil û bergên edetî hez dikin"

Gulcan Yavuzturka ji bona cilên edetî qumaş eciband destnîşan kir jin di rojên taybet da eleqeyeke mezin nîşanî cil û bergên edetî didin û wiha got: "Berê mezinên me li gundan li xwe dikirin. Niha li bajêr jî eleyeqeyeke mezin heye. Xisûsî di dewet, şeva hineyê û şevên nîşanî û xelatê da tên lixwekirin. Em ji cil û bergên edetî hez dikin."

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE