Di şewba koronayê de firotina hêkan zêdetir bû. Li Mûşê çewligek her roj 50 hezar hêkî difroşe. Bi zêdebûna firotina hêkan xwediyê çewligê jî derfetên çewligê mezintir dike.
Proteinê hêkan zêde ye û ji bo vê yekê jî gelek tê tercîhkirin.
Li Mûşê li çewligekê 60 hezar mirîşk hene û her roj nêzî 50 hezar hêkan difroşe.
Hêkên ku li çewligê tên hilberîn ji bilî bajêr li bajarên derdorê jî tên firotin.
Ji bo xwedîkirina wan her roj 7 ton êm didin mirîşkan.