Li Herêmê germahiyeke zêde heye

Pispor dibêjin xwe ji germê biparêzin 

Li Herêmê germahiyeke zêde heye

li herêmê germeke zêde heye. pispor hişyariyên giring didin û dibêjin; bi taybetî jî bila kal û pîr û kesên xwedî nexweşiyên kronîk, xwe ji germa zêde biparêzin. 

Li bajarên herêmê îsal germahiyeke zêde heye û ev yek tesîreke neyînî li mirovan dike. 

Pispor hişyariyan didin mirovan û dibêjin xwe ji germa zêde biparêzin. 

Bi taybetî jî divê kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene tevdîrên xwe bigirin û xwe biparêzin. 

Kesên ji ber germê nexweş dikevin jî divê demildest midaxale li wan were kirin. 

Li Semsûrê rewş heman e, li bajêr li gorî salên din îsal germtir e.  

Li Qosera Mêrdînê jî germahiya zêde welatiyan bêzar dike.  

Bi taybetî jî divê welatî di van mehên havînê de li germa piştî nîvro baldar bin û di rewşeke xirab de serî li nexweşxaneyan bidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE