Li tevahiya welêt ev hefteyek e hewayeke germ heye. Li hin deran sir û seqem çû û hema bêjin bihar hat. Li Gercuşa Batmanê darên behîvan kulîlk vedan.
Îsal li gorî çend salên berê him berf zêde bû him jî sir û seqem.
Piştî wê sir û sermayê li hin deran dinya hêdî hêdî xweş dibe.
Bi taybetî ev hefteyek e li gelek derên welêt hema bêjin bihar e.
Hewa germ dibe û dar û devî jî hêdî hêdî şîn dibin û kulilk vedidin.
Li gundên Şîferê û Balanê yên Gercuşa Batmanê darên behîvan kulîlk vedan.
Gundî niha dibêjin inşallah dinya dîsa sar nabe û sir li daran nakeve.