Li herêmê gelek kes debara xwe bi heywandariyê dikin. Digel şert û mercên zor û zehmet ên herêmê gundî heywandariyê dikin.
Li Bitlisê cî bi ciyan sitûriya berfê digihîje 2 metreyan.
Welatî bêgav in ku bi xizagan ji ciyên bilind darê çiloyê tînin.
Belgên wan didin heywanan û darên wan jî ji bo şewatê bi kar tînin.
Hebûna berfê kar û barê wan hêsantir dike.
Li Muşê jî heman dîmen hene.
Welatî di demsala havînê de li cî û warên bilind darên çiloyê berhev dikin, di zivistanê de jî wan bi xizagan tînin jêr.
Belgên wan didin heywanan û darên wan di tendûr û sobeyan de ji bo şewatê bi kar tînin.
Anîna darê çiloyê karekî gelek bi zor û zehmet e.