Pıştî zivistanê mêşên hingiv şiyar bûn û dest bi gera sirûştê kirin. Li Şırnakê jî gelek welatî hilberîna hingiv dikin. Îsal tê payîn ku li Şırnakê 800 ton hingiv çêbe.
Li Beytüşşebapa Şırnakê piştî 4 mehên zivistanê mêşên hingiv ji kuwaran derketin.
Ji ber sermayê hin mêş di kuwaran de telef dibin.Mêşên ber xwe didin jî bi hatina hewaya germ dest bi gera sirûştê dikin.
Heta 7 û 8 mehan mêşên hingiv wê li deşta Feraşînê bigerin û ji kulîlkan hingiv berhev bikin.
Îsal tê payîn ku ji giştiyê Şırnakê 800 ton hingiv çêbe.