Li Şırnexê Esra Ötün hêj 20 salî ye, ev nêzî salekî ye ku hosteya donerê ye. Esra Ötünê gelek ev kar meraq kiribû û xwestibû ku bibe hostayê donerê. Daxwaza wê jî çêbû.
Li herêmê hosteya donerê ya ewil li Şirnexê kar û bar dike. Esra Ötün nêzî salek e ku doner dibire.
Ötün ji berê ve hostetiya donerê meraq kiriye û xwestiye ku vî karî bike.
Niha jî li dikana xalê xwe dixebite. Mişterî jî ji ber ku jinek vî karî dike şaş û metel dibin.
Esra kar û barê xwe bi kelecan, ji dil û can dike.