Li herêmê ji bo perwerdeya xwendekaran û xwendina pirtûkan hewl û xîret tê dayîn. Li Derxasa Mûşê atolyeke kevn kirin pirtûkxane û gel elqeyek hêja nîşan dide. Li Şirnexê jî ji bo dibistanan pirtûkxane tên çêkirin.
Li Derxasa Mûşê atolyeke kevn û kêrnehatî kirin pirtûkxane.
Ev yek bi destê Îdareya Herêmê ya DAP'ê hat kirin.
Li vê derê xwendekar heftê 6 rojan tên dersên xwe dixebitin, pirtûk dixwînin.
Pirtûkxaneyeke bi konfor e û wekî mala mirov e.
Li Pirtûkxaneyê kompîtur û înternet jî hene û xwendekar jê sûd digrin.
Li Şirnexê ji bo 242 dibistanan melzemeyên pirtûkxaneyan tên amadekirin.
Heta niha yên 101 dibistanî hatin temamkirin.
Ji bo vê yekê jî lîseyên teknîkî yên Şirnex, Cizîr û Silopiyê dixebitin.
Ji bo vê xizmetê wezareta perwerdeyê 2 û nîv milyon lîre pere veqetand.