Li herêmê kampanya û xebatên ji bo xwendekaran

Li Batmanê Şaxa MÜSİAD’ê alîkariya mont û pêlavan da 600 xwendekarî

Li herêmê kampanya û xebatên ji bo xwendekaran

Li herêmê kampanya û alîkariyên ji bo xwendekaran dewam dikin. Li Batmanê di çarçoveya çalakiya civakî de ji aliyê şaxa Batmanê ya komeleya karsaz û sanayiyê (MÜSİAD’ê) ve li 600 xwendekarî cilûbergên zivistanê hatin belavkirin. Her wiha li Siirtê jî kampanyayeke ji bo alîkariya cilûbergan hebû.

Li çar aliyên herêmê xebat û kampanyayên alîkariyê dewam dikin.

Yek ji wan alîkariyan jî li Batmanê ji aliyê Şaxa MÜSİAD’ê ve hat kirin.

Komeleyê di çarçoveya çalakiya civakî de alîkariya mont û pelavên zivistanê da 600 xwendekarên hewce.

Ji ber vê alîkariyê gelekî kêfa xwendekaran hat.

Her wiha li Doxana taxa navenda Siirtê jî xebatakara dibistanê Filiz Sevük Polatê ji bo alîkariya xwendekaran ket nav hewlekê.

Filizê li ser medyaya civakî ji bo xwendekarên Dayîngehê ya Selehaddîn Eyûbî kampanyayek da destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ji aliyê xêrxwazan ve alîkarî hatin kirin û bi wan alîkariyan jî ji xwendekaran re cil û bergên zivistanê hatin kirin.

Dûvre jî ew cil û berg li xwendekaran hatin belavkirin.

Ji ber vê hewl û xireta xebatkar Filizê, xwendekar jê re êdî dibêjin Xaleta Filîz.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE