Li herêmê piştgiriyên ji bo çandiniyê

Cotkarên ku bi piştgiriyên dewletê çandiniyê dikin niha mahsûlên xwe kom dikin

Li herêmê piştgiriyên ji bo çandiniyê

Li bajarên herêmê, komkirina fêkî û sebzeyan dewam dike. Cotkarên ku bi piştgiriyên çandiniyê yên dewletê çandiniya xwe kirin niha mahsûlên xwe kom dikin.

Cotkarên herêmê îsal jî ji ber û bereketa zeviyên xwe memnun in.

Hin ji wan îsotên kapya, hin tufrengî, hinekan jî fistik çandin.

Midûriyetên Çandiniyê him piştgirî him jî perwerdeya çandiniyê dide cotkaran.

Cotkarên ku bi alîkariya dewletê erd û zeviyên xwe çandin niha mahsûlên xwe didin hev.

Li Mûşê jî bi piştgiriya dewletê cotkaran li ser 240 donimî tufrengî çandibûn.

Bereketa çilekan kêfa cotkaran anî. Lewra serê donimê 4 ton tufrengî hilanîn.

Midûriyeta Çandiniyê li Mûşê ne tenê alîkariya tufrengiyan kiribû, li cotkaran şitlên îsotên kapyayê jî hatibûn belavkirin.

Ew jî niha îsotên berhev dikin.

Midûriyeta Çandiniyê li Meletî jî ji bo îsotên kapyayê alîkarî dabû cotkaran.

Midûriyetê ji bo 30 cotkarên jin ewil kursa perwerdê vekiribû paşê jî li wan îsot belav kiribû.

Cotkarên ku bi piştgiriya dewletê zeviyên xwe kirin îsot niha mahsûlê xwe didin hev û difroşin.

Li Şirnexê jî ji bo cotkaran darên fistik û zeytûnan hatibûn hîbekirin.

Mihemed Nûrî Gencê ku ji gundê Batêlêya Îdila Şirnexê ye, li ser 6 hezar donim erdî darên fistik û zeytûnan danîn.

Cotkar bi saya piştgiriyên çandiniyê, wê îsal ji 10 hezar darên fistiqê û ji 5 hezar darên zeytûnê; fistik û zeytûnan kom bike.

Li Kercewsa Batmanê jî ji bo cotkaran çalakiyek hebû.

Navenda Perwerdeya Cotkaran a ewil a Tirkiyê ji bo cotkaran çalakî li dar xist.

Cotkarên ku li navendê perwerde dibin beşdarî çalakiyê bûn.

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 16:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE