Li herêmê sektora tekstîlê geş dibe

Li Diyarbekirê kar heye lê xebatkar peyda nabe.

Li herêmê sektora tekstîlê geş dibe

Piştî ku stenbol bû bajarê modayê, atolyeyên konfeksiyonê berê xwe didin anadoluyê. Li herêmê sektora tekstîlê geş dibe. Li Diyarbekirê jî di pêvejoya şewba koronayê de fabrîqeya pantolonan vebû. Li bajêr niha kar heye lê belê xebatkarên ku bişuxilin tune ne.

Li herêmê pişti aramî û ewlehiyê êdî girîngiya teşwîqên hîkûmetê derket holê.

Karsaz jî berê xwe didên herêmê.

Ji ber vê yekê li herêmê sektora tekstîlê her ku diçe geş dibe.

Burhan Yaşarê Diyarbekirî, di zarokatiya xwe de bi 3 birayên xwe re koçî Stenbolê kiriye. Li wir karên konfeksiyonê hîn bûne û pere qezenç kirine.

Malbata Yaşar, di pêvajoya koronayê de vegeriyan Amedê û fabrîqe vekirin.

Bi saya vê teşebusa wan, îstihdama bajêr zêde bû. Di fabrîqeyê de 40 xort û keç dixebitin. Wê 80 kesên dinê jî werin îstihdamkirin.

Bi vekirina febriqeyan koçberiya ber bi bajarên din jî wê kêm bibe. Êdî ciwanên Diyarbekirê Li bajarê xwe bi rehetî wê karibin bixebitin.

Cil û berg û bi taybet jî pantolonên ku li vir tên dirûtin îxracî Fransa û Îtalyayê dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE