Li Herêmê îstihdam zêde dibe

Bi xêra xebat û projeyan xelk dibe xwedî îş û kar 

Li Herêmê îstihdam zêde dibe

Li Herêmê her ku diçe bêkarî kêm dibe û îstihdam zêde dibe. bi saya xebat û projeyan xelk dibe xwedî îş û kar. 

Ji bo li herêmê bêkarî kêm bibe û îstihdam çêbibe xebat kar û xebat dewam dikin. 

Ji bo vê, bi pêşengiya Zanîngeha Batmanê, projeyek hat çêkirin. Navê projê ev e "bi perwerdeya kêrhatî, îstihdama kêrhatî." 

Bi saya vê projê, li Batmanê 960 însan piştî perwerdeya ku bibînin dê bibin xwedî kar. 

Li Sêrtê jî jina muteşebîs a bi navê Betül Buldu bînayeke kêrnehatî, ji xwe re kir atolyeya tekstîlê. 

Buldu 23 salî ye û li atolyeya wê gelek kes îstihdam bûne. 

Di nav xebatkarên vê tekstîlê de 50 jin jî hene û debara xwe dikin. 

Li Muşê jî bi taybetî bi riya İŞKUR'ê îstihdam zêde dibe. 

Li bajêr tenê îsal bi saya İŞKURê 5 hezar û 212 mirov bûn xwedî îş û kar. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE