Li Herêmê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Li seranserê welêt li dijî vîrûsa koronayê tevdîr tên standin.

Li Herêmê tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê

Vîrûsa koronayê li tirkiyê jî hat dîtin. Ji bo ku zêdetir belav nebe tevdîr tên standin.

NUSAYBİN

Li welêt tevdîrên li dijî vîrûsê bi her awayî dewam dikin.

Li Nisebîna Mêrdînê şaredariyê li dijî vîrûsa koronayê hin tevdîr standin.

Di çarçoveya tevdîran de ekîb çûn bazarê û lepik û meske li esnafan belav kirin.

Her wiha zabitayan derbarê tevdîran agahî û hişyarî dan esnafan.

MUŞ

Li Mûşê xwediyê otêlekê piştgirî da têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê.

Karsazê Mûşî got ez dixwazim otêla xwe bidim wezareta tenduristiyê. Ger hewce bibe rayedar dikarin otêla min bikar bînin.

VAN – ERCİŞ

Li Erdîşa Wanê jî, ji bo bi riyên xwezayî xwe biparêzin welatiyan berê xwe da dîkanên ku giha û dermanan difroşin.

Li gorî texmînan tevdîr wê heta 2 mehan dewam bikin. Heta wê demê divê tu kes ji mala xwe dernekeve û hay ji xwe hebe.

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2020, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE