Li Herêmê veguherîna bajarî

Li Ercişa Vanê beşa yekem a Projeya Veguherîna Bajarî qediya...

Li Herêmê veguherîna bajarî

Li Erdîşa Wanê di çarçoveya projeya veguherîna bajarî de 419 dikan û 48 ofîsên kargeriyê hatin temamkirin. Her wiha di çarçoveya projeyê de beriya kargehan mizgefta Kara Yusuf hatibû avakirin.

Projeya veguherîna bajarî bi hemû leza xwe berdewam e.

Piştî danûstandinên ligel esnaf û kargerên li çarşiya Erdîşê projeya veguherîna bajarî dest pê kiribû.

Proje ket rewacê û etaba ewil qediya.

Di çarçoveya projeyan de ligel 419 dikan û 48 ofîsan 467 kargeh hatin avakirin.

Ligel vê ji bo 416 wesayîtan jî otopark hat avakirin.

Niha esnafên ku mifteya dikanên xwe girtin dest bi barkirinê kirin.

Navenda bajêr ji ber erdhêjê tarûmar bûbû, bi taybetî dikanên biçûk ji bo gelek tiştan dibûn asteng.

Ligel veguherînê rengê Erdîşê jî guherî.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE