Li Kercosa Batmanê dema mehsereyê dest pê kir. Gundî, bi hewl û xîreteke mezin ji tiriyê mezrone dims, bastîq û beniyan çêdikin.
Dims, bastîq, kesme û benî.
Li Batmanê dema berhevkirina tiriyê mazrone û mehsereyê dest pê kir.
Gundiyên Keleha Kercosê, tiriyên ku ji baxçeyan berhev dikin bi matoran tînin malê.
Welatî, li birkên biçûk ku li ber mala xwe çêkirine, şîreya tirî dihesirînin û dikin gebûl.
Piştî ku şîreya wê tê derxistin, di sîtilên mezin de li ser êgir bi qasî 8 saetan tê kelandin.
Ji vê şîreyê jî dims, bastîq, kesme, helaw û beniyan çêdikin.