LI bajarê Mûşê digel pez û dewaran gamêş jî tên xwedîkirin. heywandar, ji bo ku zêdetir şîr bidin gamêşan tînin ber çemê muradê û dixin avê. heywan rojê 4 saetan di avê de dimînin. bi vî awayî him zêdetir şîr didin him jî hênik dibin.
Li Mûşê digel pez û dewaran gamêş jî tên xwedîkirin.
Heywandar, ji serê sibehê heta êvarê di binê tavê da gamêşên xwe diçêrînin.
Dema ku germ zêde dibe, gavan û xwediyên heywanan, garanê tînin ber Çemê Mûradê.
Ji bo zêdetir şîr bidin, wan dixin nav avê û 4 saetan tê de dimînin û hênik dibin.
Paşê cardin berê garanê didin mêrg û zozanan.
Ji bo ku şîr û mastê gamêşan bi sihet e, pirr tê ecibandin û tê tercîhkirin.